Yekîtiya Zanayên Kurdistanê daxwazekê ji xêrxwazan dike

.

Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê îro sêşemê 5ê Nîsana 2022yan peyamek belav kir û ji xêrxwazan daxwaz dike ku alîkariya hejaran bikin.

ekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê îro sêşemê 5ê Nîsana 2022yan peyamek belav kir û ji xêrxwazan daxwaz dike ku alîkariya hejaran bikin.

Yekîtiya Zanayan di peyama xwe de diyar dike: “Her sal ligel hatina meha pîroz a Remezanê, adeta civaka Kurdî bi giştî û misilmanan bi taybetî wisa ye ku giyanê alîkarî û xêr û xwarin û şîrîniyan dikin sîmayê ciwan ê civakê û bi niyeta rizaya Xwedê bi cih gihandina erkên olî van karan encam didin.”

Di peyamê de hat destnîşankirin: “Em li Yekîtiya Zanayan destxweşiyên mezin li hemû dezgeh û kesên xêrxwaz û dewlemendan dikin li hember van kar û pêngavên xêrxwazî û îmanî û însanî ku pêşkêş dikin.”

Herwiha eşkere dike: “Em pêwîst dibînin ku ji sermayedaran daxwaz bikin, bi zekat û sedeqeyên xwe kesên bêserperişt ji birî nekin, ku alîkarkirina wan gelek bi xêr û karekî mezin ê mirovî ye, di heman demê de li gor şerîeta Îslamê dirust e ku ji newcewanan û kesên bêserperişt re zekat were dayîn, bi wî mercî ku ji bo xwe xerc bikin.”

K24

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle