Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Qamişlo civiya

.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê civînek ji bo nirxandina sala 2022an li dar xist.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê îro Înê yekemîn civîna xwe ya di sala 2023an de li bajarê Qamişlo civiya û karê xwe yê sala borî nirxandin, planên kar û çalakiyên sala 2023 gotûbêj kirin.

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê Luqman Yûsif ji Rûdawê re got, wan ji bilî karê rêxistinî, rewşa kovara Yekîtiyê Pênûsa Azad û seredana şandeke xwe ji bo Herêma Kurdistanê û peywendiyên li gel yekîtî û aliyên rewşenbîrî yên Herêma kurdistanê gotûbêj kirine.

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê Luqman Yûsif anî ziman, “Civata me ya asayî bû ku me di sala nû de li dar xist û gotûbêj hatin kirin ka em çawa dikarin karê yekîtiyê pêş bixin. Her wiha hinek biryar li ser rewşa rêxistinî û li ser serdana Herêma Kurdistanê ji bo karên rêxistinî, xurtkirina têkiliyên rewşenbîrî bi yekitî û dezgehên wê derê re hatin girtin.”

Luqman Yûsif her wiha anî ziman, “Civîn her wiha li ser Kovara Pênûsa Azad ku a niha wê hejmara 13an derkeve nirxandineke erênî hat kirin.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt