Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriye: Asayîşê Ehmed Sofî girtiye

.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriye dibêje, hêzên asayîşê yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê nivîskar û Endamê ofîsa Cîbicîkar yê Yekîtiya wan Ehmed Sofî girtin û ber bi cihekî nediyar ve birine.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ragihand ku Endamê Ofîsa Cîbicîkar yê Yekîtiya wan Ehmed Sofî ji aliyê hêzên asayîşê yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve hate girtin û daxwaza azadkirina wî Sofî kir.

Yekîtiya Nivîskaran di heman demê de wiha bang li rêxistinên navdewletî kir ku zextê li Rêveberiya Xweser bikin ji bo ku bûyerên bi vî rengî dubare nebin.

Herwiha Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ji kesayetiyên xwedî desthilat di Rêveberiya Xweser de xwest ku bê merc herdu encamên wê Ehmed Sofî û Sebrî Fexrî ku berî çend rojan bi heman awayî hatiye girtin, serbest berdin.

Kurdistan Haberleri

DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike