Yekîtiya Kurdên Swêdê ji bo kurdên Rojhilatê Kurdistanê çalakî saz kir

.

Yekîtiya Kurdên Swêdê ji parlamenterên Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê xwest mijara xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bikin rojeva Yekîtiya Ewropayê.

Yekîtiya Kurdên Swêdê bi mebesta alîkarîkirina zarokên kampên muşekbarankirî yên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê, li Stokholmê koreke taybet ya şevan bi amadebûna beşek ji parlamenterên Parlamentoya Yekîtiya Ewropa û Swêdê lidar xist.

Hunermendên weke Mikayîl Mihabadî, Narîn Feqê, Peywend Caf, Kanî Kurdistanî, Pêdram Şehlayî, û helbestvanên weke Nahîd Hisênî û Hemîd Şerîfî di wê korê de stran, sirûd û helbest pêşkêş kirin.

Cîgira Serokê Yekîtiya Kurdên Swêdê, Evîn Mimehedî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ji bilî alîkariya zarokên kampên kurdên Rojhilat ên li Başûrê Kurdistanê, bi mebesta gihandina dengê xelkê Rojhilatê Kurdistan û xwepêşanderan wan hejmarek parlamenterên Swêdî û Ewropî vexwandibûn çalakiyê.

Evîn Mihemedî dibêje, ew li gel wan parlamenteran civiyan û ji wan xwestin ku mijara xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bikin rojeva Yekîtiya Ewropayê.

Bi gotina Evîn Mihemedî, wan parlamneteran soz dan ku dê dengê xelkê xwepêşander ên li Îranê bigihînin parlamentoya Ewropayê.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye