Yekîtiya Ewrûpayê kuştina Jîna Emînî şermezar kir

.

Yekîtiya Ewrûpayê di daxuyaniyekê de kuştina Jîna Emînî şermezar kir û ragihand: “Tiştê ku bi ser wê de hat, nayê qebûlkirin.”

 Yekîtiya Ewrûpayê di daxuyaniyekê de kuştina Jîna Emînî şermezar kir û ragihand: “Tiştê ku bi ser wê de hat, nayê qebûlkirin.”

Di daxuyaniya Yekîtiya Ewrûpayê de hatiye: “Divê rayedarên Îranê dilniya bibin ku mafê xelkê tê parastin û kesên desteserkirî, bi ti awayî reftara xirab ligel wan neyê kirin.”

Herwiha Wezareta Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de daxwaz kiriye "demildest" lêkolînên eşkere ji bo derketina rastiyan werin encamdan.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Fransayê de hatiye destnîşankirin: “Girtin û mirina Mehsa (Jîna) Emînî ji aliyê polîsê asayîşa civakî ya Îranê ve, em hejandin. Fransa wê girtin û tundûtûjiya ku bûye sedema canjidestdana wê, şermezar dike.”      

Jîna Emînî keçeke Kurd a 22 salî bû, roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girê nedaye ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştî du demjimêran ji ber eşkencedanê ji bo nexweşxaneyê hat birin û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin