Yekîtîya Ewrupa şewitandina Quranê şermezar kir

.

Nûnerê Bilind yê Sîyaseta Ewlekarîyê û Peywendîyên Derve yê Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borell şewitandina Quranê şermezar kir.

Borell, ser kesên ku Quranê dişewitînin got ku ew provokator in û ew çalakî kêrî wan kesan tê ku dixwazin civaka ji hevdu qut bikin.

Borell got: ‘’Rêzdarîya jibo cihêrengîyan yek ji nirxên serekî yên YE ye. Rêzdarîya jibo civakên din yên olî jî yek ji van rêzdarîyan e. Quran yan jî şewitandina pirtûkeke din ya pîroz binpêkirina rêzdarîyê ye û bi awayekî eşkere sorkirin e."

Nûnerê Ewrupî dîyar kir ku cîhê fikrên nijadperest û dijminîya li bîyanîyan li YE tuneye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku xwenîşanderan vê mehê li Danîmarka û Swêdê Quran şewitandin.

Karbidestên Danîmarkî û Swêdî dibêjin ku ew şewitandina pirtûka pîroz şermezar dikin, lê ew jiber azadîya ramanê nikanin rê li ber vê protestoyê bigirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle