Yekîtîya Ewropayê wê 220 milyon Euro bide Tirkiyê

.

Yekîtîya Ewrupa dê 220 milyon Euro wek alîkarîya darayî bide Tirkiyê, da ku sînorên xwe yên rojhilat baştir kontrol bike û pêşî li koçberîya neyasayî bigire.

Li gorî daxuyaniya Komisyona Yekîtiya Ewropa, ligel vê pakêta 220 milyon Euro ya ku hatiye pesendkirin, piştgiriya darayî ya Yekîtiya Ewropayê ji bo bernameyên penaberan û kontrola sînorên Tirkiyê di sala 2022an de gihîştiye 1.2 milyar dolarî.

Di daxuyaniyê de hat, “Ev pere, beşek ji pakêteke 3 milyar euroyî ye ku di Hezîrana 2021ê de di çarçoveya alîkariyên Yekîtiya Ewropayê yêm bo heyama 2021-2023an ji bo penaberên li Tirkiyê ne, hatiye ragihandin.”

Komîserê Yekîtiya Ewropayê ji bo Karûbarên Cîrantî û Firehbûnê Oliver Varheli di daxuyaniyekê de got: “Ev pakêta alîkariyê, pabendbûna YEyê bi sozên ku dane Tirkiyê ye, li hember hewandina penaberan û çareserkirina pêla koçberiya neyasayî nîşan dide.”

Varheli Ragihand jî, bi van 220 milyon Euroyî, Tirkiye dê alavên çavdêriyê yên pêşketî dabîn bike, da ku rê li ber koçberiya neyasayî li sînorên rojhilatê welêt bigire.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Tirkiye ji sala 2015an û vir ve mêvandariya hejmareke mezin a penaberan kiriye ku nêzîkî 4 mîlyon penaber li wî welatî hene.

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû