Yekîtiya Ewropayê û WHO bi dehan tonên alîkariyên mirovî dişînin Sûriyeyê

.

 Yekîtiya Ewropayê û Rêkxistina Tendirustiyê ya Cîhanî heta dawiya vê mehê 50 tonên alîkariyên mirovî dişînin Sûriyeyê, ku têra piraniya pêdivîtiyên tendirustî dikin.

France Pressê ji zarê Berdevka Rêkxistina Tendirustiyê ya Cîhanî Mrinalini Santhanam parve kiriye, “Ew alîkarî ji bo Stenbola Tirkiyeyê hatine veguhastin û biryar e li dawiya vê mehê piştî temamkirina rêkarên gomirkî bigehin Sûriyeyê.”

Yekîtiya Ewropayê li naverasta vê mehê ragehandibû ku, bi rêya Tirkiyeyê bizavê ji bo çêkirina pireke gehandina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyeyê dikin, ev jî piştî nemana Rijêma Esed wekî pêşengiya yekê ya Ewropayê ji bo alîkarîkirina xelkê Sûriyeyê tê hesibandin.

Li dû zanyaran, pêdivîtiyên girêdayî niştergeriyên bilez û dermanên serekî û pêdivî di nav wan alîkariyan de hene.

Herwesa Şêwirmendê Taybet ê Karûbarên Pilandananê yê Rêkxistina Tendirustiya Cîhanî Lorenzo Dal Monte jî amaje da, “Ew alîkarî li ser dezgehên tendirustiyê yên Sûriyeyê tên parvekirin, ji bo ku li seranserî Sûriyeyê û xasma jî li Idilb û Helebê feyde jê bê wergirtin.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle