Yekîtiya Ewropayê navên 7 welatên ku ji bo dersînorkirinê ewle ne eşkere kirin

.

 Yekîtiya Ewropayê (YE) 3 ji wan welatên Rojhilata Navîn û 7 welat xistin nav lîsteya welatên "ewle" ku welatên Ewropayê dikarin koçberên wan dersînor bikin.

Yekîtiya Ewropayê heft welatên din xistin nav lîsteya wan welatên ku wekî welatên ewle tên naskirin û welatên Ewropî dikarin koçberên wan dersînor bikin.

Di nav wan heft welatan de Misir, Mexrîb û Tûnis jî hene.

Ji bilî wan 3 welatên Rojhilata Navîn, di lîsteya nû de Bangladeş, Hindistan, Kolombiya û Kosovo jî hene.

Li gorî vê biryara nû, welatên Ewropayê dê pêvajoya çareserkirina dosyeyên penaberên van welatan zûtir bikin.

Derbarê vê biryara nû de, Komîserê Yekîtiya Ewropayê ji bo Karûbarên Koçberan Magnus Brunner got:

"Gelek ji endamên Yekîtiya Ewropayê rastî hejmareke mezin a dosyeyên daxwaziya mafê mayînê bûne.

Ji ber vê yekê her rêkarek ji bo sivikkirina erkê welatan di vê pêvajoyê de, dê girîng be."

Ev biryar jî piştî daxwaza sala borî Îtalya û Polonya hat ku daxwaz kiribûn Komîsyona Yekîtiya Ewropayê nexşerêyek ji bo wergirtina koçberan û pêvajoya dersînorkirinê deyne.

Li gorî amarên Yekîtiya Ewropayê, zêdetirî 200 hezar penaberên van heft welatan daxwaza mafê penaberiyê li welatên Ewropayê kiriye.

Her wiha par, Yunanistanê daxwaz kir ku Tirkiye jî bikeve nav lîsteya welatên ewle, da ku welatên Ewropayê bikaribin penaberên wan dersînor bikin.

Lê belê daxwaza Yunanistanê ji aliyê Dadgeha Bilind a Ewropayê ve hat redkirin û niha jî rayedarên Atînayê dixwazin careke din vê daxwaziyê ji Yekîtiya Ewropayê re pêşkêş bikin.

Kurdistan Haberleri

Şer û pevçûnên li bajarokê Eşrefîyet Sehnaye ya nêzîk Şamê de 13 kes hatin kuştin
Mamostayê zanîngehê: PKK, di vê demê de ji ber hewla yekitiya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê êrîşî Pêşmerge dike
HPGyê êrişên li xala Pêşmergeyan li xwe girtin
Erdogan: Federaliya Sûriyeyê xeyal e
MSDyê derbarê şerê li Şamê daxuyaniyek da