Yekîtiya Ewropayê darvekirina 24 kesên Sûrî şermezar kir

.

 Yekîtiya Ewropayê darvekirina 24 kesan li Sûriyê şermezar kir ku bi tohmeta şewitandina daristanan li navçeyên peravê, hatibûn girtin.

Berdevkê Fermî yê Karûbarên Derve  yê Komisyona Ewropayê Peter Stano li ser hesabê xwe yê twitterê nivîsiye: "Em darvekirina 24 kesên bi terorê hatibûn tohmetbarkirin ku daristan şewitandine şermezar dikin. Yekîtiya Ewropa her dem û di bin her mercekî de, dijî cezayê darvekirinê ye, ev cezayê hovane, ne mirovane û bê rûmet qet rê li ber tawanan nagire." 

Peter Stano got, Yekîtiya Ewropa kar dike daku cezayê darvekirinê li cîhanê rake û daxwaz ji Sûriyê kir ku tevlî arasteya cîhanî bibe ji bo nehiştina cezayê darvekirinê.

Agir di Îlona 2020an de bi daristanên parêzgehên Homs, Tertûs û Laziqiyê yên Sûriyê ketibû, bi sedan hektar dar şewitîbûn. Hikûmeta Sûriyê piştre 24 kes desteserkirin û ew bi wê yekê tohmetbar kirin ku bi qest agir bi daristanan xistine.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle