Yekîtiya Ewropayê biryara xwe ya derbarê Sûriyê de eşkere kir

.

Yekîtiya Ewropayê ragihand ku tevî biryara Komkara Erebî ya derbarê asayîkirina peywendiyan ligel hikûmeta Sûriyê de lê ew helwêsta xwe naguherin û cezayên li ser Sûriyê ne sivik dike û ne jî radike.

Berdevkê Yekîtiya Ewropayê Luis Miguel Buino di daxuyaneiyekê de ragihand ku grûpa Komkara Erebî derbarê dosyeya Sûriyê de bi armanca sivikkirin an rakirina cezayan li ser Sûriyê ligel Yekîtiya Ewropayê gotûbêjan dike, ev jî di çarçoveya siyaseta pêngav bi pêngav de.

Luis Miguel Buino tekez kir ku Yekîtiya Ewropayê cezayên li ser Sûriyê ne sivik dike û ne jî radike, lê tenê ligel hevpeymanên xwe li Komkara Erebî pêşhatên dawî gotûbêj dike û tenê piştîvaniya proseya Neteweyên Yekbûyî bo çareserkirina krîza Sûriyê dike.

14 û 15ê Hezîrana 2023an, li Bruksela paytexta Belçîkayê gera heftemîn a "Kongreya Piştîvaniya Siberoja Sûriyê û Navçeyê" birêve biçe.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle