Yekem Xelata Cemal Nebezî dan Zara Mihemediyê

.

Komîsyona hilbêjar ya Weqfa Cemal Nebezî ji ber karên wê yên hînkirina zimanê kurdî, parastina mafê bingehîn yê zimanê dayikê û têkoşîna li dijî înkarkirina nasnameya kurdî Zara Mihemedî xelat kir.

Çalakvana ziman Zara Mihemedî bû yekem xelatgira Xelata Cemal Nebezî.

Di 21ê Adara 2023yan de Komîsyona xelatdayînê ya Weqfa Cemal Nebezî ragihandibû ku çalakvana kurdî Zara Mihemedî bûye xelatgira Xelata Cemal Nebezî.

Komîsyona hilbêjar ji ber karên wê yên hînkirina zimanê kurdî, parastina mafê bingehîn yê zimanê dayikê û têkoşîna li dijî înkarkirina nasnameya kurdî Zara Mihemedî xelat kir. Xelat li Berlînê bi merasîmekê hate pêşkêşkirin.

Jemal Nebez Foundationê li ser hesaba xwe Xê da zanîn ku Zara Mihemedî ji ber hinek egerên sîyasî nekarîye beşdarî merasîmê bibe ku şûna wê Kanî Mihemediyê xelat wergirtîye.

Li ser malpera Dezgeha Cemal Nebezî hatîye destnîşan kirin ku xelat du salan carekê tê dayîn.

Xelat di qadên weke politîka, qanûn, dîrok, zimannasî, huner, wêje, mûzîk, bîrkarî, bijîşkî û zanistên xwezayî da tê dayîn.

Zara Mihemedî kî ye?

Zara Mihemedî, dersdêra zimanê kurdî û Seroka Komeleya Çand û Civakî ya Nûjînê dema dersên kurdî dida, bi îdiaya ku “ewlehiya neteweyî binpê kiriye”  hatibû girtin û 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Ew di 10ê Sibata 2023yan de ji girtîgehê derketibû. (FD)

Çavkanî: Botantimes 

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle