Yekem Festîvala Hespê Resen ê Kurdî li Bokanê

.

 Li Bokanê yekem festîvala hespê resen ê Kurdî ku roja sêşemê destpê kir bi beşdariya 35 hespsiwarên ji parêzgehên Îlam, Kirmaşan, Sine û Urmiyê yên Rojhilatê Kurdistanê û parêzgeha Tewrêz a Îranê, birêve çû.

Bihêziya hespê Kurdî navdar e û perwerdekarên hespê Kurdî dibêjin, ew hesp ji bo karên dijwar û şer hatine bikaranîn. Ev festîval jî armanc dike ciyawaziya di navbera hespê resen ê Kurdî û regezên din ên hespan de li Îranê nîşan bide.

Ev çend sal in bi rêya festîvalên taybet bi hespêsiwariyê, hewl tê dayîn reseniya hespê Kurdî bê parastin û her bi wê rêyê jî hespê Kurdî birine bo deverên din ên Îranê jî û navûdengiya wî hespê Kurdî belavtir bûye.

Yekem Festîvala Hespê Kurdî li bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî pêşwazî lê hat kirin û sazkirina festîvaleke bi vî rengî ji bo nasandina hespê Kurdî bi nifşên nû, gelek girîng tê dîtin.

Ji parêzgehên Îlam, Kirmaşan, Sine û Urmiyê yên Rojhilatê Kurdistanê û parêzgeha Tewrêz a Îranê 35 hespsiwar beşdarî yekem Festîvala Hespê Kurdî ya Bokanê bûne ku bi hevkariya Encûmena Hespsiwariyê ya wî bajarî birêve çû.

Li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê navendên perwerdeya hespê resen ê Kurdî hatine vekirin û rojane hejmareke zêde ya xelkê berê xwe didin wan navendan û perwerdeya hespsiwariyê dibînin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû