Yekem civîna MGKê bi dawî bû: Tekezî li ser berdewamiya operasyonan hat kirin

.

Civîna Encûmena Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê bi dawî bû. Di danezana ku piştî civînê hatiye belavkirin de hatiye  ragihandin ku di civînê de tekezî li ser berdewamiya operasyonên Artêşa Tirkiyê yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.

Îro Pêncşemê 8ê Hezîrana 2023an Encûmena Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê (MGK)  piştî kabîneya nû ya hikumeta wî welatî  bi serokayetiya SerokkomarêTirkiyê Recep Tayîp Erdogan, yekem civîna xwe saz kir. Civîn derdora 3 demjimêran berdewam kir.Piştî civînê derbarê naveroka civînê de danezanek hat belavkirin.

Di danezanê de hatiye ragihandin ku di civînê de tekezî li wê yekê hatiye kirin ku di serdema nû de ku sedsala nû ya Tirkiyê ye, pêngavên derbarê pêkanîna aramî û refaha Tirkiyê bên avêtin.

Di denazanê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku pêngavên derbarê ewlahiyê de  di sedsala nû ya Komara Tirkiyê de jî bi berdewamî bên avêtin û tê gotin, “Di serî de derbarê operasyonên bi biryar ên  li dijî rêxistinên terorî PKK/KCK-PYD/YPG, FETO û DAIŞê de û derbarê her cor gef û metirsiyeke ji derve û navxwe ya li dijî yektiya me de zanyarî pêşkêşî encûmenê hatine kirin.”

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin