Yek ji şahidên jenosîda Dêrsimê Gulîzar Halîs koça dawî kir

.

 Yek ji şahidên Terteleya/Komkujiya Dêrsimê diya rojnamevan Umur Hozatli û parlamenterê HDPê yê berê Şerafettîn Halîs, Gulîzar Halîs jiyana xwe ji dest da.

Gulîzar Halîs (Gulîzara Hesen Axa) ku yek ji şahidên jenosîda Dêrsimê bû, ji ber nexweşiyên xwe yên kronîk koça dawî kir.

Gulîzar Halîs a li gundê Pakîrê yê navçeya Hozatê dijî, ev demeke dirêj bû li mala xwe ya li gund dihat dermankirin.

Piştî ku li Cemxanyea Heq a Xozatê ji bo Gulîzar Halîs merasîmek hat lidarxistin, bi axê ve hat spartin.

Dema ku Komkujiya Dêrsimê pêk hat Gulîzar Halîs di 6 saliya xwe de bi malbata xwe re ji navçeya Sandikli a Afyonê hatibûn sirgûnkirin.

Gulîzar Halîs bi apên xwe Alî Riza û Emîr Alî; xwişk birayê Yusuf û Zeynep; diya xwe Rûkiyê ku ji Terteleyê (Komkujî) rizgar bûbûn re li trênê siwar kiribûn û sandibûn sirgûnê. Piştî ku 9 sal li sirgunê man, malbat cardin vegeriya gundê xwe yê Dêrsimê.

Gulîzar Xalis diya 8 zarokan bû.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt