Yek jê jin 2 girtiyên Kurd piştî 30 salan hatin berdan

.

 Avnî Uçar û Guneş Sesam ên ku 30 sal in di girtîgehê de bûn û li Girtîgeha Amedê dihatin girtin, hatin berdan.

2 girtiyên din ên ku di sala 1992an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatibûn girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve cezayê heta hetayê li wan hatibû birîn, piştî 30 salan hatin berdan.

Avnî Uçar ê ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Amedê dihat girtin, îro hat berdan.

Uçar li ber girtîgehê ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin.

Guneş Susam jî ku di sala 1992an de bi Uçar re hatibû girtin, ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê hat berdan.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê Susam li ber girtîgehê ji aliyê kesûkarên xwe ve hat pêşwazîkirin.

Piştî ku Avnî Uçar û Guneş Sesam ji girtîgehê derketin, bi kesûkarên xwe re derbasî Nisêbînê bûn.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle