YE ji bo lêkolîna êrîşa Îranê Balyozê xwe dişîne Hewlêrê

.

 Balyozê Yekîtiya Ewropayê (YE) yê Iraqê Thomas Seiler ragihand ku ew ê ji bo lêkolîna êrişa rejîma Îranê ya li ser Hewlêrê serdana Herêma Kurdistanê bike û bi berpirsên hikumetê û rayedarên partiyên siyasî re, di derbarê êrîşa Hewlêrê de danûstandinan bike”.

Thomas Seiler li ser tora xwe ya medyaya civakî  Xê, da zanîn ku ew ê di meha Nîsanê  de serdana paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bike û wê bi berpirsên hikumeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî re hevdîtinan pêk bîne.

Balyozê YEê di daxuyaniya xwe de got: “Ez ê di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de di derbarê êrîşa li ser Hewlêrê ya ku ji aliyê Îranê ve hatibû kirin de lêpirsînan pêk bînim”.

Sipaha Pasdarên rejîma Îranê di 15ê Çile de bi tawanbariya hate derewandin a hebûna navendeke MOSSAD a Îsraîlê, bi mûşekên balîstîkî êrişî mala Pêşrew Dizeyî ku karsazekî mezin ê Herêma Kurdistanê bû kir û di encama vê êrişa hovane de 5 welatî jiyana xwe ji dest dabûn û şeş welatiyên din jî birîndar bİbûn. Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndaran endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn.

Piştî vê êrişê, li piraniya bajar û navçeyên Kurdistan û parêzgehên Ewropayê, li dijî rejîma Îranê xwepêşandan pêk hatibûn û rejîma Îranê û Sipaha Pasdarên wê hatibûn hatibûn şermezar kirin.

Kurdistan Haberleri

Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir