Yasmîna ji Mahabadê yekem kurd e ku derketiye fezayê

.

Yekem care ku jineka kurd derdikeve fezayê. Astronota ji Mehabadê Jasmin Moghbelî serpereştîya geşteke fezayê ya hevpar a NASA-SpaceXê dike.

Daîreya Hewayî û Fezayê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NASA) di 26ê Tebaxê da ragihand ku bi hevkarîya SpaceXê 4 astronot şandine fezayê.

Di nav 4 astronotan da tenê jinek hebû ew jî Jasmîna ji Mahabadê bû.

Li gor nûçeya Rûdawê, Jasmin Moghbelî bi vê geşta xwe bû yekemîn kesa ji Mehabada Rojhilatê Kurdistanê derketiye fezayê.

Dayîk û bavê Jasminê 1979an ji bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê koçî Almanyayê kirine.

Jasmin Moghbelî 24ê Hezîrana 1983yan li bajarê Bad Nauheimê yê Almanya ji dayik bûye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle