Yara Sebrî: Girtî û wendabûyî ne bi tenê hejmar in, mafên wan hene

.

Welat TV - Hewlêr

Ektera Sûrî Yara Sebrî da zanîn ku divê dadperwerî li Sûriyî bê bicîkirin û doza girtî û wendabûyan neyê jibîrkirin.

Îro xwedanên girtî û wendabûyan seknandinek li Şamê li dar xist û banga bicîkirina daperweriyê û dadgehkirina tawanbaran kirin, Yara Sebrî jî di wê seknandinê de beşdar bû.

Yara Sebrî ji nûçegihanê Welat TV re got: "Ez di vê seknadinê de beşdar im, da ku piştevaniya xwedanên girtî û wendabûyan bikim".

*Hîn encamderên tawanan serbest in

Ektera Sûrî bang li hikûmeta karbirêker û rêxistinên navdewletî kir ku giringiyê bidin doza girtî û wendabûyan: ”Girtî ne bi tenê hejmar in, ew mirov in, mafên wan hene”.

Sebrî diyar kir ku hîn encamderên tawanan serbest in û divê lêkolîn di vê derbarê de bên kirin ji bo bicîkirina dadperweriyê.

Yara Sebrî ji ber ku piştevaniya şoreşa Sûrî dikir, nikarîbû li Sûriyê bimîne, piştî hilweşîna Rêjîma Esed, Sebrî piştî 10 salan vegeriya warê xwe li Şamê.

Kurdistan Haberleri

Donald Trump li ser hêzên Rojhilatê Kurdistanê çi got?
Tehran di bin bombebaraneke dijwar de ye: 24 saetên herî dijwar ên dîroka Îranê
Rapor: Herêma Kurdistanê naxwaze bibe beşek ji şerê li dijî Îranê
Tirkiyeyê vekişîna hêzên xwe ya ji Serê Kaniyê û Girê Spî red kir
Ehmed Hilalî: Beriya cejnê hemû koçberên Efrînê dê vegerin malên xwe