Xwezaya Dersîmê bi rengên payizê xemilî

.

Daristanên Saldakê ku dikeve navbera navçeyên Pilûr û Qisle yên Dersîma Bakurê Kurdistanê ji asta deryayê 940 metre bilind in û bi xwezaya xwe ya delal pêşwaziyê li hejmareke zêde ya geştiyaran dike.

Parêzgeha Dêrsim, yek ji wan cihên xwezayî  yên parastî ye û dewlemend e bi daristan, çem û kaniyên xwe li Bakurê Kurdistanê. Niha ku demsala payîzê ye, her darek li gorî taybetmendiya xwe rengên xwe diguherin û bedewiyeke bê mînak di xwezayê de nîşan didin. Di nava xwezaya Dêrsimê de, daristanek heye ku Dêrsimî jê re dibêjin, daristana Saldakê û weke dilê xwezaya Dêrsimê tê naskirin. Em bi hev re payiza daristanên Saldakê bibînin.

Xwezahez û nivîskar Caner Canerik dibêje, eger mirov bixwazin ji strêsa bajaran rizgar bibin, ev daristan cîhekî xweş e.

Nivîskar Caner Canerik got: “Niha li vê herêmê 4-5 corên daran heye. Li nav daristanê ligel ajelên wek hirç û berazan, Leoparê Anatolyayê hatiye dîtin. Li vir corê werşeq jî gelek in. Her dar li gor taybetmendiya xwe reng diguhere û ev jî xweşikbûneke bêhempa çêdike."

Li gundê Saldakê ku daristan jî bi heman navî ye ligel darên gwîz, spîndar, mazî û berûyan darên fêkî yên xwezayî jî hene. Nîştecihên vî gundî vê daristanê weke "Dilê xwezayê" pênase dikin û dibêjin bo parastina daristanê geştiyarên tên vê derê divê hişyar bin.

Nîştecihê gundê Saldakê Yusuf Topçu jî got: “Dema ji xew radibim dengên çûkan, pirpirîkên difirin min aram dikin. Em ji kesên ku dixwazin vê xweşikbûnê bibînin daxwaz dikin ziblê xwe belav nekin û agir pê nexin. Eger agir bikin jî dema ji nav daristanê çûn divê bi giştî agir vemirînin.”

Parêzgeha Dersîmê ya Bakurê Kurdistan bi daristan û xwezaya xwe ya dilrevên tê naskirin û li gelek deveran beşek ji daristanên wê hem ji ber operasyonên leşkerî hem jî ji ber nehişyarbûna mirovan zerarê dibînin an agir bi wan dikeve.

(Rûdaw) 

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle