Xwepêşanderan li nav parlamentoyê dest bi grevê kir

.

Çend daxwazên sereke yên xwepêşanderan hene.

Xwepêşanderên alîgirên Tevgera Sedir derbasî nav hola civînan a Parlamentoya Iraqê bûn û "greva vekirî" ragihandin.

Rewşa ewlehiyê li Bexdayê bi temamî aloz bûye. Çendîn daxwazên sereke yên xwepêşanderan hene, weke "dadgehîkirina Nûrî Malikî, hilweşandina parlamento û Dadgeha Federal".

Xwepêşanderên Sedir, rijd in li ser redkirina Mihemed Şiya Sûdanî yê nazmedê Çarçoveya Hevahengiyê yê ji bo wergirtina postê Serokwezîriya Iraqê.

Îro şemiyê 30ê Tîrmehê, careke din alîgirên Tevgera Sedir Muqteda Sedir li Bexdayê dest bi xwepêşandanê kirin û çendîn daxwazên wan hene û dibêjin "heta ku ferman li me neyê kirin, em venakişin".

Di xwepêşandanên îro yên Bexdayê de alozî derketin, ajansa nûçeyan a Iraqê ragihand, Wezareta Tendirustiyê li sê nexweşxaneyên cuda pêşwazî li 60 birîndarên xwepêşandana îro kirine, bi awayekî berdewam jî diçin hawa birîndaran û çareseriya wan dikin.

Herwiha Tevgera Sedir di daxuyaniyekê de hişyariyeke bilez da aliyên siyasî û destdirêjiya ser xwepêşanderan xiste stûyê aliyên siyasî û got, hêzên ewlehiyê ligel çaksaziyê ne û çaksazî ligel wan e.

Daxuyaniya Tevgera Sedir arasteyî aliyên siyasî hatiye kirin û tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku pereyên xelkê Iraqê dizîne, loma destdirêjkirina ser xwîna xwepêşanderan rawestînin.

Kurdistan Haberleri

PWK Ewropa, salvegera 79 salî ya PDKê pîroz dike
Heyeta PWKyê li Hewlêrê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
Nebûna Kurdî di nav 8 zimanên xûtbeya Diyaneta Tirkiyê de rastî nerazîbûnan hat
Îdia: Piştî vekişîna Şamê, Macron dê rasterast bi Mezlûm Ebdî re bicive
Serok Barzanî: PDK di hemû qonaxan de hilgirê peyama aştiyê bûye