Xwepêşandanên li dijî qeyûman: Li 8 parêzgehan 140 kes hatin desteserkirin

.

Li 8 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistan di xwepêşandanên li dijî qeyûman de 140 kes hatin desteserkirin.

Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li 8 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistan di xwepêşandanên li dijî qeyûman de 140 kes hatin desteserkirin.

Birêvebiriyê diyar kir ku ew bi hinceta birîndarkirina 16 polîsan û 2 kesan hatine desteserkirin.

Her wiha li ser 75 hesabên torên civakî jî karûbarên yasayî hatine destpêkirin.

Roja duşemê bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê qeyûm hatin tayînkirin.

Xelkê Bakurê Kurdistanê wekî karvedan “li dijî destdanîna li ser îradeya xwe” dest bi xwepêşandanan kir û xwepêşandan heta niha jî didomin.

Gelek caran mudaxele dikin

Hêzên ewlehiyê gelek caran mudaxele dikin û şkenceyê li xwepêşanderan dikin.

Her wiha hejmareke zêde ya welatiyan jî tên desteserkirin.

Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku di “bûyerên civakî” de li parêzgehên Mêrdîn, Êlih, Riha, Wan û Amedê yên Bakurê Kurdistanê û li bajarên Stenbol, Antalya û Edeneyê yên Tirkiyeyê 140 kes hatine desteserkirin.

Birêvebiriyê îdia kir, ew 140 kes bi hinceta ku di xwepêşandanan de 16 endamên hêzên ewlehiyê û 2 kes birîndar kirine hatine desteserkirin.

Birêvebiriyê her wiha eşekere kir ku wan derbarê 75 hesabên torên civakî de jî bi hinceta “belavkirina parvekirinên provakatîv” karûbarên yasayî dane destpêkirin.

Li gorî daxuyaniyê tîman 140 kesên ku li 8 parêzgehan hatin desteserkirin birine birêvebiriyên ewlehiyê û karûbarên wan ên yasayî hatine destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin
Dana Gas û Crescent Petroleumê 2 milyon dolar dan mexdûrên lehiya Çemçemalê
Erdogan: Pêvajoya Aştiyê bi lez pêşve diçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyekê bo pêşvebirina mafên mirovan amade dikin
Barrack: Heta DAÎS bi temamî têk biçe hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin