Xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê berfireh dibin; rewşa Sineyê aloz e

.

Li bajarên Sine, Seqiz û Ciwanro yên Rojhilatê Kurdistanê ji duh ve beşeke bajar di kontrola xwepêşanderan de ye. Li bajarên Bokan, Kirmaşan û Dûrûdê jî xwepêşandan hebûn. Her wiha li bajarên Îranê jî xwepêşandan hatin kirin.

Sine ya Rojhilatê Kurdistanê yek ji parêzgehên mezin e ku ji destpêka nerazîbûnên Rojhilatê Kurdistanê ve pêşeng bû, xelkê bajêr dadikevin ser cadeyan, di vîdeoya ku ji Rûdawê re şandine de behsa aloziyên nava bajar dikin, hêzên Îranî li bajêr bicîh bûne lê dîsa jî nikarin rê li ber xwepêşandanan bigirin. Duh êvarê 2 ciwanên bi navên Peyman Mînberî û Daryûş Elîzade bi guleya rasterast ya hêzên emnî yên Îranê hatin kuştin.

Her wiha li her 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hebûn. Herî zêde li parêzgeha Sineyê. Li wê parêzgehê, li bajarên Sine û Seqizê xelkê, hêzên ewlehiyê yên Îranê ji beşeke cadeyên bajêr derxistin. Herî kêm 12 navçeyên nav bajarê Sineyê di bin kontrola hêzên ewlehiyê yên Îranê de nemaye. Li bajarê Seqizê jî hêzên ewlehiyê teqe li dibistanekê kirin û 2 mamoste birîndar bûn.

Li parêzgeha Urmiyê, li Mehabad û Bokanê xwepêşandan hebû û li Bokanê alozî derket. Li parêzgeha Kirmaşanê jî li bajarên Kirmaşan û Ciwanro xwepêşandan hebûn, li Ciwanro aloziya herî zêde hebû û hêzên emnî teqe li xwepêşanderan kirin, behsa qurbaniyan jî tê kirin.

Li parêzgeha Loristanê jî li bajarê Dûrûd xwepêşanderan beşeke cadeyên nav bajar girtin. Li Îlamê jî duh xwepêşandan û grev hebû.

Li bajarên mezin yên Îranê duh jî xwepêşandan hebûn. Li Tehran, Kerec, Îsfehan, Meşhed, Şîraz, Erak, Şahîn Şehr û Kaşanê xwepêşandan hebûn.

Li beşeke wan bajaran bi taybetî Tehran, heta serê vê sibehê jî hin tax di kontrola xwepêşanderan de bû, weke navçeyên Nazî Abad, Ekbatan û Welî Esr.

Li Tehranê wan navçeyan xwepêşandan hebûn: Haşimî, Rûdekî, Felah, Nazî Abad, Şerîetî, Tehran Pars, Qelaya Hesenxan, Welî Esr, Ekbatan, Sêryana Azadî, Lalêzar, Seadet Abad. Li bajarê mezin ê Tehranê grev jî têne kirin.

Kurdistan Haberleri

Xalên leşkerî hatin çêkirin: Gundî vegeriyan
Vê carê jî agir bi sûka Kerkûkê ket!
Ciwanên Êzidî li Almanyayê nasnameya xwe diparêzin
Urmiye - Îranê 5 girtiyên din îdam kirin
Diakurd: Biryara doza Kobanê dijî îrade û mafên gelê Kurd hatiye dayîn