Xwenîşandan û çalakiyên xelkê li dijî rejîmê li bajarên Îranê berdewam e

.

Şeva derbasbûyî di berdewamiya serhildana welatiyan di heyama şevê de li çendîn bajarên Îranê xelkê serhildêr li dijî rejîma Îranê û cinayetên wê rejîmê li ser şeqaman bûn û bi dana siloganan û şewitandina navendên girêdayî rejîmê li ser berdewambûna serhildanên xwe tekezî kirin.

Li bajarê Tehranê li cihên cuda yên wî bajarî yên weke “Tehranparis, Çîtgêr, Se`adetabad” û çendîn cihên din hevwelatiyan li dijî rejîmê û rêberê rejîmê silogan dan.

Herwisa li zanîngeha “Şerîf” a bajarê “Tehran”ê jî xwandekaran silogana “Mecîdreza birin termê wî anîn” “Muhsin birin termê wî anîn” dan.

Li bajarê “Şîraz, Meşhed”ê jî xelk li ser şeqaman bûn û li dijî rejîmê xwenîşandanên xwe domkirin.

Herwisa li çendîn bajarên din yên weke “Yasûc, Amol, Ramser, Fîrozabad, Şandîz” ciwanên serhildêr bi agir êrîşkirine ser binkeyên Besîcan, Fermandarî û hin ji hêmayên rejîmê weke peykera Qasim Silêmanî  şewitandin.

Çavkanî: Kurdisan Media

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû