Xwendekaran li çendîn zanîngehên Îranê de man girtin

.

Xwendekaran li çendîn zanîngehên Îranê de li hember tundûtîjiyên hêzên parastina zanîngehê li derheq hicaba bi zorê û sepandina cezayên giran ji aliyê binav “Komîteya Înzibatî” li dijî xwendekarên nerazî û çêkirina rewşa tirsandin li zanîngehan, man girtin.

Xwendekarên beşên psîkolojî û zanista perwede ya zanîngeha Tehranê, roja Yekşemî 27ê Xalekêweyê, bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember hicaba bi zorê û cezayên sepandî bi ser xwendekaran man girtin û li dijî vê rewşê dirûşma “rewşa Îranê xirab e mela li fikra hicabê de ye”. dan

Herwis xwendekarên beşa zanistên civakî yên zanîngehên “Ellame û Tehranê”, roja Yekşemî 27ê Xakelêweyê li hember hicaba bi zorê û jehrîkirina dersxwanan, kombûneke nerizayetiyê lidar xistin.

Hêjayê gotinê ye ku li çendîn zanîngehên Îranê de berpirsên zanîngehan bi hênceta hicaba bi zorê, rê nadin ku xwendeker herin nav zanîngehê.

Di wan çend rojên derbasbûyî de, hatiye baskirin ku li zanîngeha Yezd û zanîngeha Azad a bajarê Reştê, gelek ji keçên xwendekar bi sedema guhnedan bi hicaba bi zorê, ji perwerdeyê hatine bêparkirin.

Berê jî kanala “Sendikaya Xwendekarên Îranê” ragihandibû ku aliyê kêm 435 xwendekar li serasnserê Îranê li meşa şoreşa “Jîna”yê de perwerdeya wan hatiye ragirtin an jî, ji zanîngehê hatine derxistin

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’