Xiristiyanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara Dadgeha Federalî red dikin

.

Xirîstiyanên Herêma Kurdistanê di konferanseke rojnamevaniyê de ragihandin ku ew biryara Dadgeha Federalî red dikin û tekeziyê li vegerandina mafên xwe dikin.

Xirîstiyanên Herêma Kurdistanê îro li ser biryara Dadgeha Federalî di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, nabe bê gotin ku nûnerên pêkhatyan ne nûnerên wan ên rastîn in. Herwiha tekez kirin ku pêkhate bûne qurbaniyên nakokiyên siyasî yên di navbera partiyên kurdî de.

Amaje bi wê jî kirin, biryara Dadgeha Federal cihê mixabiniyê ye û mafên pêkhateyan binpê dike. Wan tekez kir jî, ew biryara Dadgeha Federalî ya derbarê kursiyên pêkhateyan de red dikin.

Herwiha gotin, Xiristiyanên Herêma Kurdistanê daxwaza vegerandina mafên xwe dikin û dibêjin: “Em bêdeng namînin û em ê civaka navdewletî bînin ser xetê.

Ev yek piştî wê tê, Dadgeha Federalî roja 22.02.2024an di rûniştina xwe ya 12emîn de li ser giliya ji aliyê YNKê ve da. Li gotî biryarê jî, hejmara kursiyên kotayan hilweşand û kursiyên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji 111 daxist 100 kursî.

Kurdistan Haberleri

Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir