Xelkê Siwêdayê banga avakirina ‘dewleteke nenavendî’ li Şamê kir

.

Li bajarê Siwêda yê Sûriyê xwepêşandanek li dijî desthilata rêveberiya nû ya Sûriyê Şamê hate lidarxistin ku tê de bang li rêveberiya Şamê hate kirin ku dewleteke nenavendî bê avakirin.

Di xwepêşandana ku îro 6ê Adarê li Qada Kerama ya bajarê Siwêdayê hate lidarxistin de, wêneyên şêx Hikmet El Hecerî hatin hildan ku komên çekdarên Durzî jî li dorî xwe birêxistin kirine.

Herwiha pankartên bi van nivîsan hatin vekirin:

"Desthilatdariya de fakto.. lîstina bi demê û têgehan.. lîstokek eşkere ye ", "Ji Colanî û Îxwanan re na", "El Colanî bi fermana yê reviyaye, azadxwaz qetil kirin", "Hilweşe El Colanî û hikumeta wê ya dagirkera desthilatê", "Ehmed El Şeri ji bo berjewendiyên dewletan li ser hesabê gel pergaleke alternatîf a pergala Esed ava dike" û "Dagirkeriya Osmanî bi hewldanên El Colanî vedigere", "Civaka navneteweyî ji her dilopek xwîna ku li ser xaka Sûriyê tê rijandin berpirsyar e", "Rûsya, Îran û Tirkiye rasterast ji tundiya li Sûriyeyê berpirsiyar in"

Kurdistan Haberleri

Ezîz Ozdemîr: Xwedîderketina li axa Êzdiyan erkê me yê mirovî ye
Lahûr Şêx Cengî hat desteserkirin
Haval Ebubekir: Bila hemû alî ji bo bidawîkirina vê rewşê hevkar bin
Dr. Mecîd Heqî: 500 gavên ber bi ronahiyê
Wendy Green: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurttir bikin