Xelkê Siwêda: Em Colanî wek serokê Sûriyê qebûl nakin

.

 Xelkê Siwêda ya Sûriyê ragihand ku ew seroktiya Ebû Mihemed El-Colanî ango Ehmed Şera qebûl nakin û hemû biryarên dawiyê red dikin.

Komîteya siyasî ya Desteya Giştî ya Tevgera Siwêdayê da xuyakirin, ew biryara seroktiya El-Colanî û hemû biryarên ku ji hikûmeta wî derketine qebûl nakin, ji ber ku biryarên hatine wergirtin nerewa ne.

Hêjayî gotinê ye, xelk Siwêdayê jî xwepêşandan kir û ragihand ku ew seroktiya Colanî qebûl nakin. Xwepêşanderan bi pankartan bang kir ku divê diyaloga niştîmanî çêbibe û hêzên sivîl beşdar bibin.

Herwiha sepandina dewletê û hikmên olî û radîkal jî hatin redkirin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê