Xelkê Şingalê daxwaz dikin grubên çekdar ji bajêr bên derxistin

.

 Ji ber hebûna milmilaniya herêmî û sepandina îradeya grubên cuda, rewşa Şingalê roj bi roj xirabtir dibe û welatiyên wê deverê dibin qurbaniyên vê milmilaniyê.

Çavdêrê siyasî Xelîl Şingalî li ser vê mijarê ji K24ê re diyar kir; divê hikûmeta nû ya Iraqê seqamgîriyê vegerîne Şingalê û rewşa deverê asayî bike, ji bo vê yekê jî divê grubên çekdar ji deverê dûr bixe.

Çendîn sal in hikûmeta Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê dide, lê belê ti car ev soz di pratîkê de nehatine cîbicîkirin, çalakvan û xelkê wê deverê ku di jiyana awareyî de ne, tekez dikin ku hikûmeta Iraqê tenê soz dide, lê belê rewş qet neguheriye û hemû desthilatên deverê di destê grubên nerewa de ne û xelkê deverê jî di awareyiyê de dijîn.

Zêdetirî 20 hezar çekdar di çarçoveya 7 hêzên cuda de li Şingalê hene, vê yekê jî metirsî li cem xelkê deverê dirust kiriye, loma ew dixwazin hemû kêşeyên devera wan werin çareserkirin û grubên çekdar ên xwedî hejmûnê jî ji navçeya wan werin dûrxistin, da ku ew bikarin vegerin warê xwe û ji jiyana awarebûnê rizgar bibin.

K24

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan