Xelkê Rojavayê Kurdistanê Newroza xwe bi çoş pîroz kir

.

Bêhtir ji 100 hezar kesî  ji Qamişlo û Amûdê berê xwe dane gundê Elî Fero li wir  Newroza xwe bi dilekî xweş derbas kir. Li bajarokê Hîmo yê ser bi gundewarê rojavayê Qamişlo, xelkekî zêde kom bûn û Newroza xwe pîroz kirin.  Newroza Amudê, herwiha li gundê Dugirê yê başûrê wî bajarokê hate kirin. Li Kobanî jî  dîmenên pîrozbahiyên Newrozê gelekî balkêş bûn.

Newroza Qamişlo û Amûdê, li gundê Elî Fero, ku li gorî dîmen û zanyariyên taybet bi Tora Medyayî ya Rûdawê, bêhtir ji 100 hezar kesî lê beşdar bûn û Newroza xwe bi dilekî xweş derbas kir.

Li Newroza li bajarokê Hîmo yê ser bi gundewarê rojavayê Qamişlo, ku bi dehên hezaran xelk tê de beşdar bûn û bi kêf û xweşî aheng û şahî hatin gerandin.

Newroza Amudê, herwiha li gundê Dugirê yê başûrê wî bajarokê hate kirin.

Her li gorî dîmen û zanyariyên taybet bi Rûdawê, li gundê Dirêcîkê yê ser bi bajarokê Tirbe Spiye jî, bi beşdarbûna bêhtir ji 150 hezar kesî Newroz hate kirin.

Li Navçeya Hellêq a ser bi bajarokê Girkê Legê jî, pîrozbahiya Newrozê bi awayekî berbiçav bû, ku bi şanazî xelkên wê navçeyê tê de aheng gerandin.

Li Kobaniyê, dîmenên Cejna Newrozê balkêş bûn, ku hejmareke gelek, ji beşdarbûyan, welatiyan şahiya Newrozê gerand.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle