Xelkê Rojavayê Kurdistanê ji rewşa aboriyê bi gilî û gazin in

.

Kelûpelên sereke bi zehmetî û bi nirxekî giran têne peydakirin.

Gazinên welatiyên Rojavayê Kurdistanê derbarê rewşa aboriyê de zêde bûye, kelûpelên sereke bi zehmetî û bi nirxekî giran têne peydakirin, ku hejmareke mezin ji karker û fermanberên welat, bi mûçeyên xwe nikarin kelûpelan bi dest bixin.

Li bajarên Rojavayê Kurdistanê kîloyek şekir bi çar hezar lîreyên Sûrî tê firotin, li gundewarê Dêrezorê jî xelk neçar dibin ku deh kîlometre bimeşin, da ku du kîlo şekir bidest bixin.

Krîza nan li Rojava bûye krîza herî mezin, ku welatî bi demjimêran li firinan radiwestin, da ku nan bikirin, tevî cûreya nan nebaş e, di çend rojên dawiyê de Rêveberiya Xweser nirxê nan zêde kiriye.

Bilindkirina nirxê nan û cûreya wî, bûye sedem ku li hin deveran xwepêşandan têne kirin û daxwaz ji Rêveberiya Xweser tê kirin, ku nan ji wan re werin peydakirin.

Li Rojavayê Kurdistanê, ne tenê kelûpelên xwarinê welatî mijûl kiriye, xizmetguzariya sotemenî jî bûye krîz.

Rêjeya mazota ku îsal di zivistanê de li ser malbatan hatiye belavkirin, ji heşt salên borî kêmtir e. Li benzînxaneyan jî nirxê benzînê derketiye 2 hezar û 700 lîreyan. Hin caran benzîn ne bi erzanî û ne jî bi buha tê peydakirin.

K24

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin