Xelkê Kurdistanê di Cejna Remezanê de serdana tirba şehîdên Şoreşa Jîna yê kirin

.

Li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê welatiyan bona peyman nû kirin digel şehîdan di cejna Remezanê de, serdana tirba şehîdên “Şoreşa Jîna”yê kirin.

Welatiyên li bajarên weke: “Mehabad, Bokan, Seqiz û Sinê” serdana tirba şehîdên rêya rizgariya gel kirin û digel rê û rêbaza wan nemiran peyman nû kirin û weke berê malbatên ser bilind yên şehîdan tenê nehêlan.

Xelkê emegnas bi kincên Kurdî, Hewrî, Axabanî û ala pîroz a Kurdistanê li ser tirba wan şehîdan amade bûn û bihev re dirûşmên weke: “Em xortên Pêşewan e bo Kurdistan canfîdan e, Şehîd namire, Şehîdên me qehreman in û şehîdên Kurdistanê ne” dan û ji aliyek din ve jî sirûdên şûreşgerî pelav kirin.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin