Xelkê Kerkûkê: Parêzgar hewil dide ku Kurd cih û warên xwe biterikînin

.

Li Kerkûkê xwepêşandanên ji bo qutbûna av û elektrîkê yên li herêmên Kurdan, didomin. Xelkê Kerkûkê destnîşan dike ku li herêmên Kurdan, ji bilî guhertina demografiyê û qutkirina av û elektrîkê; Parêzgarê Kerkûkê hewil dide ku Kurd ji herêmên xwe derkevin.

Xelkê li ser sînorên Pirdê yên Kerkûkê ku 10 roj in bê av û elktrîk in, didin zanîn ku hemû hewil ew e ku Kurd cih û warên xwe biterikînin. Li gorî ragihandina welatiyan, ji ber ku ew naxwazin cihê xwe biterikînin, Parêzgarê Kerkûkê jî li ser wan av û elektrîkê qut dike. Li gorî agahiyên ku xwepêşandêr didin; rojane kêmtirî 2 saetan elektrîkê didin 15 gundên Pirdê û xelkê herêmê ji rewşê nîgeran bûne.

Xwepêşandêrên ku nerazîbûnên xwe didomînin, rêya sereke ya navbera Hewlêr û Kerkukê girtiye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle