Xelkê Hesekê: Av nîne û em nikarin bikirin jî

.

Ev 22 roj in dîsan bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê bê av maye, Wêstgeha Avê ya Elok jêdera sereke ya dabînkirina ava miliyonek û 200 hezar kesan ji kar ketiye.

Kilîda Wêstgeha Avê ya Elok di destê çekdarên ser bi Tirkiyê de ye, av ji şerê siyasî yê deverê nedane alî, halê welatiyan jî gelek xirab e.

Ehmed Malik, nişteciyekî bajarê Hesekê ji Rûdawê re behsa kêşeyên xwe ji ber krîza avê dike û dibêje: “Di mehê de bi 56 hezaran em dikerin, her çar rojan em qazana malê bi 7 hezaran dadigrin, ava vexwarinê ye, niha karîna me ya kirînê nemaye, em ji bîrên cîran û ciwamêran, bîdonên xwe dadigrin.”

Rêveberiya Xweser behsa du projeyan weku alternatîv ji bo ava Wêstgeha Elok kiribû, projeya kolandina 50 bîran li navçeya Himê ya rojavayê Hesekê û projeya rakêşana avê ji Çemê Firatê bi dirêjahiya 135 km, lê herdû proje jî nîvco bûne û niha rawestiyane.

Ehmed Bedir, welatiyekî bajarê Hesekê ji Rûdawê re diyar kir: “Ev 22 roj in me av danegirtiye, piraniya xelkê ava şor a bîran dadigirin, xwedî xêrên xwediyê bîran avê didin me, Heya Sor jî, hin sêtêran belav dikin lê naghêjin me.”

Bi sîtêran av ji bîrên cûda cûda yên tal û şêrîn, vedughêzin, beşek mezin ji wan bermîlek av bi 1400 lîreyî difroşin û hinek jî ji aliyê rêxistinên mirovî ve, bê beramber belav dikin.

Omran Hisên, xwediyê sîtêra avê li Hesekê dibêje: “Telefonên me ranawestin, lê em dixwazin di riya rêxistinan re derkevin daku belaş bidin xelkê, em avê ji bîrên Hima tînin, li ser riya Til Temir 25km dûre ji vir, em şeş saetan di dorê de jî dimînin, ji 2ê şevê ve ez derketime û niha ez hatime.”

Li gor amarên saziya avê ya Hesekê, hêza Elok 4250 metre sê ca di saetekê de ye, ku ji sedî 80 wê ji bo Hesekê dihat veqetandin, herî kêm pêwistiya bajêr bi 3500 metre sê ca av di seatekê de heye ku niha ji sedî 10 wê jî nayê peydakirin.

Vîviyan Fetah /Rûdaw

Kurdistan Haberleri

"Em biryarên cezayên hefsê yên di derbarê Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî de hatine birîn protesto dikin"
PWKyê li Amed, Mêrdîn û Batmanê belavokên ji bo Roja Zimanê Kurdî belav kir
UNESCO: Li Îranê metirsî liser zimanên kurdî, azerî û tirkimanî heye
Îranê 6 Kurdên din jî îdam kirin
HEVPEYVÎN | Serokê ENKSê li ser êrîşan û rewşa dawî ya diyaloga 'Kurdî-Kurdî' ji PeyamaKurd re axivî