Xelkê bajarê Bokanê carek din derketin qadan

.

Xelkê bajarê Bokanê di çileya 11 şehîdên wî bajarî carek din rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîma melayan berxwedan.

Pêka dîmenên belavbûyî,  azadîxwazên bajarê “Bokan”ê bersiva banghêjiya ku ji aliyê welatiyên xwedî helwêst ve hatibû belav kirin dan û îro di çileya 11 şehîdên bajarê Bokanê de ku di 3`ê rojan de bi dest celadên rejîma Îranê ve hatibûne şehîdkirin dan û li ser tirba wan amadebûn.

Welatiyên ku li ser tirba şehîdan amadebûn bi hevre silogana şehîd namire û çendîn siloganên din li dijî rejîmê dan.

Piştî peyman nû kirin digel şehîdan û rêz giritin ji xwîna wan xelkê xwedê şeref ber bi şeqamên bajarê “Bokan”ê ve çûn û carek din bi kerb û kînek zêde li dijî rêber rejîma Îranê, û binyata wê rejîmê û welatê firoş û caşan silogan dan.

 Herwisa azadîxwazên bajarê Bokanê carek din weke hertim di şeqaman de hawar kirin “Heta Kurdek bimîne Kurdistan jî dimîne”.

Hêzên hov yên rejîma sêdare bi gule û gazên rundikrêj li hember xelkê sekinîn.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?