Xelkê Amedê li dijî lêgerîna madenê xwepêşandan kir

.

 Xelkê Amedê ji karên lêgerîna kanzayan nerazî ye û îro li navçeya Pasûrê bi vê mebestê xwepêşandan kir.

Bi pêşengiya Platforma Parastina Hewzeya Kasorê ya Pasûrê ya dijî xebatên madenê hatiye avakirin, xwepêşandanek hat kirin.

Xebatên lêgerîna madenê li herêma Gavgas, Kûyê, Awdegês, Arqetîn û Xuruçê têne kirin.

Sibehê zû gelek otombîl ji Amedê ji bo piştevaniyê ber bi Pasûrê ve bi rê ketin.

Ji bilî xelkê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyan, Parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên saziyên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn.

Li gundê Awgêdasê daxuyaniye hat dayîn. 

Dogan Hatun da zanîn ku ava 60 gundan ji vê hewzeyê tê peydakirin û wiha got:

"Tiştekî ku li vir feydeya wê bide xelkê nîne. Eger xebatên madenê li vir bên kirin dê ava paqij nemîne.

Her wiha xelk herêmê jî dê neçar bibe koç bike. Ti sûda nîne û çi bê serê vê herêmê, berpirsiyarî ya we ye.”

Kurdistan Haberleri

Trump: “Di wexteka nêz de wê operasyona bejayiyê bo ser Venezuelayê bêkirin”
Trump hemû dan û standinên bazirganiyê yên bi Kanadayê re rawestandin
Şerê li Sûdanê: 14 milyon kes koçber bûne
Macron: Girîng e ku HSD û Şam li hev bikin
Rafaêl Girûssî, daxza encamdana lezgîn a lêkolînan li navendên navkî yên rêjîmê kir