Xelatgirê ‘Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî’ bû Perwîz Cîhanî

.

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê Xelata Şerefnameyê ya sala 2024an dîyarî nivîskarê kurd Perwîz Cîhanî kir.

Rêveberê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê Sulaiman Mahmoud bo Botan Timesê da zanîn ku xelatgirê îsal yê Xelata Şerefnameyê Perwîz Cîhanî ye.

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê “Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî” ya sala 2024an, di ahengeka taybet de roja şemîyê, 14ê Îlona 2024an, dîyarî nivîskar, werger û lêkolînerê kurd yê qedirbilind Perwîz Cîhanî kir ji bo ked û xebatên wî ya demdirêj di warê çand û zimanê kurdî de.

“Birêz Dr. Perwîz Cîhanî, ku zêdetirî çil salan e di warê zimanê kurdî de dixebite, yek ji giringtirîn nivîskarên kurd yên Rojhilatê Kurdistanê ye ku bi kar, xebat û berhemên xwe di warê çand û zimanê Kurdî de tesîreka wî ya mezin heye.”

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin