'Xelata Baştirîn Youtuber a Perwerdehiyê' ji bo kanala Kurdî hat dayîn

.

Kanala Youtube ya bi navê "Kurdi Online" ku dersa kurdî dide, "Xelata Herî Baştirîn a Youtubera Perwerdehiyê" wergirt.

Li Tirkiyê “Xelatên Medyaya Zêrîn a Navneteweyî” ya ku ji aliyê organîzator û karsaz Enes Furkan Bilgiçli ve hat sazkirin, li Sheraton Istanbul City Center a li Taksîma Stenbolê hatin dayîn.

Kanala Youtube ya bi navê "Kurdi Online" ku nêzîkî 50 hezar aboneyên wê hene û dersên zimanê kurdî dide, "Xelata Herî Baştirîn Youtuber a Perwerdehiya Salê" wergirt.

Kanala ku 2 sal berê hat damezrandin, nêzîkî 2 mîlyon caran hate temaşekirin.

Xwediya kanalê Mizgîn Yalçin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê xelatê de daxuyaniyek da.

Mamoste Mizgîn Yalçin ku spasiya şopînerên xwe kiriye wiha dibêje: “Em bi hezkirina xwe ya ji bo Kurdî derketine rê. Em bi evîna xwe ya bêsînor ketine rê. Keda me êdî fêkiyê xwe dide, îro şanaziya me hebû ku me Xelata Perwerdekara Herî Baş a Youtubera Salê wergirt. Xebatên me yên ku em bi hişmendiya hemû zimanên cîhanê yak malbat e tevdigerin, bi ecibandin, parvekirin, şîrove û aboneyên we serketin. Ez li ser navê hemû şopînerên me vê xelatê distînim. Ez ji we pir hez dikim û base hûn hene.”

Kurdistan Haberleri

Suhbeta Emîn Narozî li Kitêbxaneya Kurdî
Koreya Başûr û Japonyayê ragihand ku Koreya Bakur mûşekên balîstîk berdane
Efrîn: Vegera kurdan berdewam e, lê malên wan talanbûyî ne
HSD dana postekê serbazî bi Ebû Hatem Şeqra red dike
Sûriye û Îsraîl li Ewropayê hevdîtinên veşarî pêk tînin