Xelata Azadiya Xweîfadekirinê ya Dawit Isaakî dane Kurdo Baksiyî

.

Kuluba Weşangeran a Swêdê rojnameger, nivîskar û şîrovekar Kurdo Baksî bi xelata Azadiya Xweîfadekirinê ya Dawit Isaakî ya sala 2022yê xelat kiriye.

Kuluba Weşangeran a Swêdê rojnameger, nivîskar û şîrovekar Kurdo Baksî bi xelata Azadiya Xweîfadekirinê ya Dawit Isaakî ya sala 2022yê xelat kiriye.

Xelat li ser navê şanonûs, rojnameger û nivîskarê swêdî-erîtreyî Dawit Isaakî tê belavkirin ku Isaak ji sala 2001ê û vir ve bêyî bê dadgehkirin li Erîtreyê girtî ye. Xelatê her sal didin kes an jî saziyên ku ji bo azadiya xweîfadekirinê, çapemeniyê û maf û azadiyên demokratîk kar dikin.

Juriyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku Baksî “bi dehan salan ji bo azadiya gotinê û nirxên mirovahiyê xebatên wêrek û bênavber meşandiye” û ji ber wê jî xelat dane wî.

Baksî ji çapemeniya Swêdê re gotiye ku ew ê pereyên xelatê, ji bo kar û xebatên azadiya xweîfadekirinê xerc bike.

Baksî di sala 2000î de Xelata Aştiyê ya Olof Palmeyî wergirtibû.

Derbarê Kurdo Baksiyî de

Nivîskar, rojnameger û şîrovekar e. Di 5ê Hezîrana 1965ê de li Êlihê jidayik bûye. Di sala 1980yî de tevî malbata xwe çûye Swêdê.

Di sala 1987ê de kovara bi navê Svartvittê ya li dijî nîjadperestiyê saz kiriye û di navbera salên 1998 û 2022yê de ji bilî Svartvittê di kovara Expo ya li dijî nîjadperestiyê de kar kiriye.

Baksiyî di sala 1992yê de li Swêdê bi navê “Ger penaber nebin wê Swêd bisekine” weşandiye.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin