Xarpêt jî wek devera karêsatê hat ragihandin

.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand ku parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê jî weke devera karesata erdhejê hatiye ragihandin û got: “Bi fermana Serokkomarê me ji ber ku erdhejê bandor lê kiriye, Xarpêt jî dê weke devera 11emîn a erdhejê bê nirxandin.”

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.6 û 7.7 ku navenda wê bajarê Mereşê bû, li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, yên Mereş, Dîlok, Semsûr, Riha, Amed, Meletî, Kilîs, Hatay, Osmaniye, Edene û Xarpêtê   bûn sedema mirin û birîndarbûna bi deh hezaran kes. Erdhejê li parêzgeha Xarpêtê jî zererek zêde gihand welatiyan lê  ew parêzgeh wek devera karesatê nehat ragihandin.

Berdevkê AKPê Omer Çelîk Roja Çarşemê 15ê Sibata 2023an piştî civîna Encûmena Rêveberiya Navendî ya Partiya xwe ragihand ku Xarpêt jî weke navçeya karesatê hatiye ragihandin.

Çelîk got: “Me navê 10 parêzgehan dianî. Bi fermana Serokkomarê me ji ber ku erdhejê bandor lê kiriye, Xarpêt jî dê weke devera 11emîn a erdhejê bê nirxandin. Ji ber wê jî em dê ji niha û şûnde navê 11 parêzgehan bînin.”

Berdevkê AKPê ragihand di erdhejê de li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdeyî 35 hezar kesan canê xwe ji dest dane

Kurdistan Haberleri

Fraksiyonên Kurdistanî: Êrişên li ser Herêma Kurdistanê şiyana dewletê dixin bin gumanê
Şerê li Rojhilatê Kurdistanê gurtir dibe, Pasdar ji hinek baregehan vekişiyan
KERKÛK - Heşdî Şebî hat bombebarankirin, kuştî û birîndar hene
ROJAVA - Amerîkayê hêzên nû şandin Qesrikê
ENKS di salvegera Serhildana 12ê Adarê de: Divê doza Kurd bi diyalog û danûstandinê were çareserkirin