Xamaney bo Erdogan: Operasyoneke nû wê ziyandê bide Sûriye, Tirkiye û tevahiya herêmê

.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku ji bo beşdarî lûtkeya formata Astana ya derbarê Sûriyê de li Tehranê ye, ji aliyê Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney ve hat pêşwazîkirin.

Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaneyî piştî hevdîtina ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, her operasyoneke leşkerî ya artêşa Tirkiyê li ser Sûriyê, dê ziyanê bigihîne Tirkiye, Sûriye û herêmê.

Li gorî medya Îranê, Xamaneyî di hevdîtina îro ya ligel Erdogan de, li ser daxwaz û hewldanên Tirkiyê yên ji bo operasyoneke nû ya leşkerî li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotiye, “Parastina yekperçeyiya axa Sûriyê pir girîng e û her êrîşeke leşkerî bo ser bakurê Sûriyê dê li dijî Tirkiyê, Sûriyê û tevahiya herêmê be û di berjewendiya terorîstan de be.”

Rêberê Îranê ji Erdogan daye zanîn: “Em ê tekez di têkoşîna li dijî terorê de bi we re hevkariyê bikin. Em ewlehiya Tirkiyê û sînorên wê wek ewlehiya xwe dibînin. Lê pirsgirêka Sûriyê divê bi guftûgoyan bê çareserkirin. Divê Îran, Tirkiye, Rûsya û Sûriye bi guftûgoyan vê pirsê çareser bikin.”

Erdogan jî bersiv daye gotiye: “Welatên rojavayî bi taybetî ji Almanya, Brîtanya, Fransa û Amerîka çekên giran didin rêxistinên terorê yên li Sûriyê. Helwesta Tirkiyê ya li ser yekparçeyiya axa Sûriyê diyar e. Em hêvî dikin ku dewleta Sûriyê pêvajoya siyasî bide destpêkirin. Di Civîna Astanayê de bi taybetî mijara Sûriyê di rojevê de ye û em hêvîdar in ku encamên baş werin bidestxistin.”

Kurdistan Haberleri

Şer û pevçûnên li bajarokê Eşrefîyet Sehnaye ya nêzîk Şamê de 13 kes hatin kuştin
Mamostayê zanîngehê: PKK, di vê demê de ji ber hewla yekitiya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê êrîşî Pêşmerge dike
HPGyê êrişên li xala Pêşmergeyan li xwe girtin
Erdogan: Federaliya Sûriyeyê xeyal e
MSDyê derbarê şerê li Şamê daxuyaniyek da