Xalid Ezîzî: “Em digel menşûra Corc Tawnê hevnerîn nînin û daxwazê ji xelkê Kurdistanê nakin piştevaniyê jê bikin”.

.

Bi pêşniyar û hevkariya Wezîrê Berê yê Perwerdeya Kanadayê Dr. “Riza Murîdî”, kombûnek bi beşdariya Berdevkê Hizba Demokrat “Xalid Ezîzî” bo baskirin li ser paşeroja Îranê û girîngîdan bi kultûra diyalog di navbeta neteweyên Îranê û Komarîxwazan, bi rê ve çû.

Birêveberên vê kombûnê bi germî pêşewazî ji Berdevkê Hizba Demokrat “Xalid Ezîzî” kirin û daxwaz ji navbirî hate kirin ku bi sedema girîngî û pêgeha Hizba Demokrat, wek yekem gotarbêj di vê kombûnê de biaxive.

“Xalid Ezîzî” di gotinên xwe de bi rohnî ragihand ku Hizba Demokrat her du sîstemên Paşayetî û Komara Îslamî red dike û li ser vê bawerê ye ku alîgirên dîtingeh û aliyên cuda li Îranê hene û komarîxwazî dikare bijardeyek guncaw ji bo alterbnatîva Îrana paşerojê be.

Berdevkê Hizba Demokrat di berdewamiya axavtinên xwe de got: “Ez li wir wek tak naxivim û bi nûneratiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê diaxivim. Hizba Demokrat bawerî bi rêkevtin digel Partiyan heye û bi dîtingeha me, welat bi sîlîbrêtriyan bi rê ve naçe û bo îdarekirina Îrana paşerojê, divê hizb digel hev rêk bikevin”.

Navbirî li derheq Kurdistan û Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê got: “Hizba Demokrat ti car li derheq avakirin û îdarekirina Îranê xemsar nebûye û bo yekîtî di navbera part û rêkxirawên siyasî li dijî rejîma Îslamiya Îranê, nirxên giran dane ku terorkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî” li ser vê yekê bû. Lê me bo paşeroja Îranê nerîn û rêçareyên taybet bi xwe hene, em li ser wan mijaran dixebitin û bo paşerojê xemsariyê nakin.

Herwisa Berdevkê Hizba Demokrat got: “Em digel menşûra Corc Tawnê hevhizir nînin û daxwazê ji xelkê jî nakin ku piştevanî ji vê menşûrê bikin. Çêkirina alternatîv divê li ser binyata rastiyên civaka Îranê be û bi dîtingeha me, Îran welatekî çendîn neteweyî ye û em daxwaza Îraneke demokratîk û federal dikin”.

Xalid Ezîzî di beşeke din a axavtinên xwe de got: “Me wek Hizba Demokrat, bername û xwesta taybet bi xwe heye û mijûlê avakirina eniyekê ji hizb û rêkxirawan in”. Herwisa navbirî daxwaz kir ku nûnerê Farsan jî wek neteweyekê beşdarî li kongireya “Neteweyên Îrana Federal” bikin.

Nuçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: ‘Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî
PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'