WSJ: Îsraîlê ji bo Durziyan 1 milyar dolar fon veqetand

.

 Hat ragihandin ku Îsraîl ji bo piştgirîkirina sîstema federal a Durziyên li Sûriyeyê xebatên lobiyê yên navneteweyî dimeşîne û birêveberiya Tel Avîvê plan dike ku di vê çarçoveyê de zêdetirî 1 milyar dolar xerc bike.

Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) Amerîkî ragihand ku Îsraîl hewl dide Durziyên li Sûriyeyê razî bike ku birêveberiya nû ya Şamê red bikin û di çarçoveya sîstemeke federal de daxwaza otonomiyê bikin.

WSJyê ragihand ku Îsraîlê ev fon (1 milyar dolar) ji bo piştgiriya Durziyên li başûrê Sûriyeyê veqetandiye. Pisporên ewlekariyê bawer dikin ku Îsraîl vê yekê dike ji bo razîkirina Durziyan ku hikûmeta Şamê red bikin. 

Karbidestan got ku Îsraîl ji bo piştgirîkirina sîstemeke federal li Sûriyeyê li qada navneteweyî xebatên lobiyê dike.

Di raporê de her wiha hat gotin ku Îsraîl ji rola Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê bi fikar e.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle