Wikimedia versiyona Soranî ya ferhenga online dest pê dike

.

Wikimedia roja Çarşemê 29ê Adarê ferhengeke serhêl (online) bi zaravayê Soranî yê zimanê Kurdî vekir û bang li Kurdan jî tê kirin ku beşdarî vê malperê bibin.

Wîkîferheng, ferhengeke serhêl e ku ji aliyê Weqfa Wikimedia ya ku navenda wê li Amerîkayê ye, bi dehan zimanan heye. Zaravayê Kurmancî yê zimanê Kurdî di Wîkîferhengê de bi zêdeyî 740.000 navnîşan di rêza sêzdemîn de ye. Ferheng herwiha bi zaravayê Zazakî jî heye.

Versiyona Soranî ya ferhengê roja Çarşemê dest pê kir û nêzîkî 5000 serdêr hene.

Ew ferhenga peyvan di her sê zaraveyan de wek Wîkîferheng tê binavkirin.

Xwebexşê ferhenga Soranî û rêveberê Wikipediayê Mihemed Serdar roja Pêncşemê ji Rûdawê re ragihand ku ew nêzîkî salekê ye ku xwebexş li ser wê ferhenga online kar dikin.

Wî got: “Grûpek xwebexş ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê beşdarî damezrandina nusxeya Soranî ya Wîkîferhengê bûne.”

Wî her wiha got: “Zêdetirî salekê ye ku ew ji bo destpêkirina Wîkîferhenga Soranî dixebitin.”

Mihemed Serdar destnîşan kir, tîma xwebexşan plan dike ku ferhenga Soranî “li ser çavkaniyên berdest û pêbawer” berfireh bike, û bang li Kurdan kir ku beşdarî projeyê bibin.

Çend zaravayên zimanê Kurdî hene. Yên herî zêde tên axaftin, Kurmancî, Soranî û Zazakî ne. Soranî bi piranî li Herêma Kurdistanê ku li wir zimanê fermî ye û beşeke mezin a Rojhilatê Kurdistanê tê axaftin. Kurmancî li Rojavayê Kurdistanê û herwiha li Bakurê Kurdistanê serdest e. Zazakî jî li hin bajar û deverên Bakurê Kurdistanê ve ji aliyê Kurdên Zaza ve tê axaftin.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye