WHO: “Heya niha 335 mîlyon derzî hatine kirin û kes pê nemiriye”  

.

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê WHO ragihand ku heya niha li seranserê dinyayê bo 335 mîlyon mirovan derziya Kovid-19 ê hatiye kirin û heya niha ti kes ji ber derziyê nemiriye. WHO yê her weha ragihand ku wan îzna bikaranîna derziya ajansa Johnson and Johnson ê jî dane.

Rêvebirê WHO yê Tedros Adhanom Ghebreyesus, li welatê Îswîçreyê li bajarê Cenewreyê bi rêya konferansa vîdeoyê civîna çapemeniyê lidarxist.

Ghebreyesus, ragihand ku ew dizanin derziya Zankoya Oxfordê ku bi şîrketa AstraZenecayê re hilberandiye ji bikaranînê rakirine û niha lêkolîna li serê dewam dike.


 

Afrîka Haberleri

Trump: Pêwendiyeke me ya pir baş bi Îranê re heye
Endamên YNKê di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de li dijî biryara partiya xwe derketin
Wezareta Çandiniyê: Bexda bi wekhev li cotkarên Kurdistan û Iraqê nanêre
Parêzgarê Kerkûkê tê guhertin
Berdevkê Serokatiya Sûriyeyê: Rêveberiya Xweser namîne