Wezîrên derve yên YE derbarê rewşa Idlibê de dicivin

Biryare îro Dûşemê 17ê Sibatê, Wezîrên Derve yên Yekîtîya Ewropayê bicivin û rewşa Sûrîyê û pêşhatên herî dawî yên li wî welatî gotûbêj bikin.

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyan, îro dî civînên li ser asta wezîrên derve yên welatên endamê wê yekîtîyê birêvin biçin û di civînê de rewşa Sûrîyê û bi taybet jî pêşhatên herî dawî li Idlibê bê gotûbêjkirin.

Herwiha krîza mirovî ya ku li bakurê Sûrîyê û li Idlibê di encama êrîşên vê dawîyê yên hikûmeta Sûrîyê û hevalbendên wê de çêbûye, tevî aramî û ewlekarîya navçeyê, dê beşek ji mijarên civîna îro ya wezîrên derve yên Ykîtîya Ewropayê be.

Biryar e Berpirsê Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewropayê Josep Borrell li ser rewşa Idlibê û bakurê rojava Sûrîyê rapoetrkê pêşkêş bike.

Ew zêdetirî du mehan e ku artêşa hikûmeta Sûrîyê êrîşeke berfireh bo ser parêzgeha Idlibê û herwiha rojavayê parêzgeha Helebê dest pê kirîye û hewla kontrolkirina wan navçeyan dide.

Hêzên hikûmeta Sûrîyê di êrîşên xwe yên vê care de heta niha gelek navçe ji destê komên çekdar ên dijbereyê derxstine, bi awayekê ku ji 12 xalên çavdêrîyê yên Tirkîyê yên li sînorê parêzgeha Idlibê, rojavayê Helebê û bakurê parêzgeha Hemayê, niha 8 ji wan xalan ketine nav sînorê di desthilata hikûmeta navendî ya Sûrîyê de û bi temamî dorpêçkirî ne.

Herî dawî duh Yekşemê ajansa fermî ya nûçeyan a hikûmeta Sûrîyê ragihand, ku artêşa wî welatî tevahîya rojavayê Helebê ji destê çekdarên ser bi Tirkîyê ve derxistîye.

Ji ber berdewamîya êrîşên hikûmeta Sûrîyê ku Rûsya û Îran piştevanîyê lê dikin, heta niha zêdetir ji 700 hezar kes ji sînorê Idlibê û rojavayê Helebê aware bûne.

 

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest