Wezîrên Derve yên Fînlanda û Swêdê: Kurd dê li welatê me parastî bin

.

 Wezîrê Derve yê Fînlandayê Pekka Haavisto û Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom li ser îdiaya ku Tirkiyê ji wan herdu welatan daxwaz kiriye hejmarek Kurdên li welatên wan radest bikin, ragihandin: “Hemû Kurdên li van du welatan dijîn, dê parastî bin û yek Kurdekî jî radestî Tirkiyê nakin.”

Li welatên Swêd û Fînlandayê gelek Kurd dijîn, bi taybetî Kurdên Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê, hinek ji wan xwedî nasnameya du welatan in û heta beşdarî karên siyasî jî dibin, lê îdiaya wê yekê heye ku Tirkiyê ji wan herdu welatan daxwaz kiriye hejmarek Kurdên li welatên wan radestî Tirkiyê bikin.

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom li ser vê mijarê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Eger tu li rêkeftina hevtêgihiştinê bikî, ku li Lûtkeya Madrîdê hat îmzekirin, erk û berpirsyariyên Swêdê ku divê encam bidin, gelek zelal in. Di wê rêkeftinê de, ne behsa kesek hatiye kirin, ne jî behsa deportkirina ti kesekî hatiye kirin. Em rûbirûyî terorê dibin, lê belê di çarçoveya sîstem û dadgehên Swêdê de. Ji roja îmzekirina rêkeftinê ve, hikûmeta Swêdê ev yek gelek eşkere gotiye.”

Li ser vê mijarê, Wezîrê Derve yê Fînlandayê Pekka Haavisto jî ji Kurdistan24ê re eşkere kir, ti kêşeya Tirkiyê ligel Kurdên Fînlandayê tune ye û hemû Kurdên li Fînlandayê dê parastî bin.

Pekka Haavisto diyar kir: “Nêzîkî 10 hezar welatiyên Kurd li Fînlandayê dijîn û pêwendiya me ligel wan heye û her tişt baş e û dê parastî bin.”

Beriya niha îdiaya wê yekê hatibû belavkirin ku Tirkiyê ji Fînlanda û Swêdê daxwaz kiriye ku hejmarek Kurdên li wan herdu welatan radestî Tirkiyê bikin, lê belê rayedarên wan welatan ev daxwaz red kirine.

K24

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan