Wezîrên Derve yên Amerîka û Tirkiye û çend welatên Erebî li ser pirsa Sûriyeyê li Urdinê dicivin

.

 Wezareta Derve ya Urdinê amajeyê dide, bi tevlîbûna Wezîrên Derve yên Amerîkayê û çend welatên Ewropayî û Erebî, heftiya bê civînek li paytexta Urdinê li ser pirsa Sûriyeyê tê kirin.

Wezareta Derve ya Urdinê îro (Pêncşem, 12.12.2024) ragehand ku, li roja Şemiya bê, 14.12.2024ê, li Emana paytexta Urdinê bi tevlîbûna Wezîrên Derve yên Amerîka, Tirkiye, Nûnerê Bilind ê Siyaseta Derve li Yekîtiya Ewropayê, Îraq, Siûdiye, Libnan, Misir, Îmarat, Urdin, Behreyn, Qeter û Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ji bo danûstandinên li ser rewşa Sûriyeyê civînek tê kirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken îro (Pêncşem, 12.12.2024) di dema derkeftina xwe ji Urdinê de û li Balafirxaneya Şah Hisên (Eqebe) ragehand ku, tekezê li ser alîkarîkirina Sûriyeyê ji bo hilbijartina hikûmeta nû li wî welatî dikin.

Blinken herwesa got, “Divê hikûmeta bê tevgir be û li ser bingeha tayîfî neyê pêkanîn, belkî divê mafê tevaya pêkhateyan û jinan bê parastin.” Navbirî pêdivî jî dît ku, di qonaxa bê de piştrastî ji çekê kîmyayî li Sûriyeyê bê dan.

Kurdistan Haberleri

Rapora hikûmetê: Li Herêma Kurdistanê ji sedî 10ê bikarhênerên madeyên hişbir jin in
Hikûmeta Şamê li Serê Kaniyê û Girê Spî sindoq danîne
Koreya Bakur moşekên balîstîk avêtin Deryaya Japonyayê
NATO: Ez ji Trump bawer dikim ku krîza Rûsya-Ukraynayê çareser bike
Îsveçê 150 heb balafirên Gripen difroşe Ûkraynayê