Wezîreke Belçîkayê bo piştgiriya xwepêşanderên Îranê porê xwe jêkir

.

Wezîra Derve ya Belçîkayê Hadja Lahbib di rûniştina parlamentoyê de piştevaniya  xwe ji bo xwepêşandanên xelkê Îranê nîşan da û beşek ji porê xwe jêkir.

Hadja Lahbib diyar kir, ew ji ber kuştina Mehsa (Jîna) Emînî xemgîn e.

Lahbib destnîşan kir, heta niha 150 xwepêşander hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne an jî hatine desteserkirin.

Herwiha eşkere kir ku heşt welatên Yekîtiya Ewrûpayê ku ji Fransa, Almanya, Îtalya, Îspanya, Danîmark, Belçîka, Çek û Luksemburgê pêk tê, daxwaz kirine ku sizayên zêdetir bi ser rayedarên saziyên ewlehiyê yên Îranê de werin sepandin.

Wezîra Derve ya Belçîkayê Hadja Lahbib bi zimanê Fransî diaxive û bi eslê xwe ji welatê Cezayîrê ye.

Kurdistan Haberleri

Fuad Husên: Girtina Tengava Hurmizê zerereke mezin dide aboriya Îraqê
COLEMÊRG - Rapora şkenceya li 2 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê hat eşkerekirin
Ji ber gendeliyê bi dehan parlamenter û berpirsên Îraqî hatin desteserkirin
Egîdê Kurdan di boksê de bû Şampiyonê Cîhanê
Cenazeyê Pêşmergeyekî PAKê li otelekê hat dîtin