Wezîrê Veguhestin û Gihandinê li ser rêya trênê: Wê sûdê bide aboriya Kurdistan û Iraqê

.

Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher di derbarê rêya trênê de axivî û diyar kir, ji bendera Faw heta deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl, projeyeke mezin e û wê sûdê bide aboriya Kurdistan û Iraqê.

Ano Cewher eşkere kiriye: “Em li Bexdayê bi Rêveberiya Rêya Trênê ya Iraqê û Rêya Trênê ya Tirkiyê re civiyan, em weke Wezareta Veguhestinê ya Herêma Kurdistanê, me nêrînên xwe ji bo rêya trênê eşkere kir.”

Cewher da zanîn: “Me plana xwe da her du aliyên Iraqî û Tirkiyê, ku divê rêya trênê ji Kerkûkê were Hewlêrê û ji vir biçe Mûsilê û ji wir jî biçe parêzgeha Duhokê heta Zaxo û Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl, ji wir jî nava axa Tirkiyê û bi rêya Nisêbînê heta digihêje Ewropayê.”

Wezîrê Veguhestinê da zanîn; ev proje ji bo siberoja aboriya Kurdistan, Iraq û Tirkiyê gelek girîng e, ev ji bo welatên cîran û welatên Kebdavê jî pêgeheke wê ya girîng heye, lêkolînek heye ku kelûpelên ji rojhilat tên û diçin Ewropayê, niha di 18 rojan de digihîjin, lê belê bi çêkirina vê xetê, di 12 rojan de digihîjin û lêçûnên wê jî kêmtir dibin.

Herî dawî Ano Cewher destnîşan kir; çêkirina vê xetê ji bo hemû wan welatan bi sûd e, tevî wê jî li Herêma Kurdistanê projeyeke xeta navxwe heye, ku ji Silêmaniyê ber bi Hewlêrê û bajarên din ên Herêma Kurdistanê dirêj dibe.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin